Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Biryara ECHR ya Derheqa Demîrtaş Me Pêbend Nake


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) ya derheqa Selahattîn Demîrtaş axifî û nerazîbûna xwe dîyar kir.

Erdogan got ku sîstema dadwerî ya Tirkîyê biryara xwe dide û ew guh nadin biryara dadgehê.

“Biryara ku îro ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî hate dayîn, me girênade,” Erdogan îro got.

ECHR di bryara xwe de gotibû ku Tirkîyê mafê sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş ya darizandina di demeke maqûl de binpê kiriye.

Dadgehê herwiha karbidestên Tirk rexne kiribûn ku di dema kempyna du hilbijartinên borî yên girîng de, Demîrtaş li zindanê girtî hêlane.

Dadgeha Ewrupî bi tevdengî biryar dabû ku dewleta Tirk hemî pêngavên pêdivî bavêje û dawî li girtîbûna Demîrtaş bîne.

XS
SM
MD
LG