Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Gefa Operasyonekê li Dijî Efrînê Dike


Bajarê Efrînê ji dûr ve xwanê dibe (Foto Cafer Cafo)
Bajarê Efrînê ji dûr ve xwanê dibe (Foto Cafer Cafo)

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku divê herêma Efrînê ya li bakurê rojavayê Sûrîyê, ji “terorîstan” were paqij kirin.

Erdogan pir caran gefa operasyoneke leşkerî li dijî Efrîna bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kiriye ku Tirkîyê wê hêzê wek terorîst dibîne.

Lê, YPG di şerê dijî DAIŞ’ê de hevalbenda serekî ya Amerîka ye û Enqerê ji wê yekê gelek nerazî ye.

"Divê Efrîn ji koma terorîst YPG were paqij kirin û wek li Îdlibê, divê hêzên Tirk li wê derê werin bi cîh kirin. Ku ne, hîngê komên terorîst yên curbicur dê wê herêmê dagir bikin,” Erdogan got.

Li ber e Erdogan, hevtayên wî yên Rûsî û Îranî Vladimir Putin û Hassan Rouhani di 22’ê mehê de li bajarê Soçî ya Rûsî civêneke hevbeş ya ser Sûrîyê pêk bînin.

XS
SM
MD
LG