Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dixwaze Asta Bazirganîya bi Îsraîlê re Bilindtir Bike


Serokomarê Îsraîlê Îsaac Herzog piştî 14 salan hate Tirkîyê û li Enqerê ji alîyê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve, bi merasîma fermi hate pêrgînî kirin.

Erdogan û Herzog li wesra seroktîyê nêzî du saet û nîvan cîvîn û piştre preskonferansek li dar xistin.

Erdogan got ku ew jinûve li ser xurtkirina têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê û taybetî jî di ware aborî, bazirganî, enerjî, turîzm, cotkarî, tendûrîstî rawestîyane.

“Di dema pandemîyê de di navbera Tirkîyê û Îsraîlê de di warê bazirganîyê de % 36 zêdebûnek çêbûye û sala çûyî jî 8,5 mîlyar dolar kirin û firotin çêbûye, lê em dixwazin wê yekê îsal bînin ser 10 mîlyar dolaran.”

Erdogan got ku wan li ser pirsgirêka Ukrayna û Filîstînê jî peyîvîn.

“Di hevdîtinê de mijara herî girîng jî pirsgirêka Fîlîstînê bû. Me hesesîyata xwe di vî warî de ji birêz Herzog re vegot. Daxwazê me ew e ku li herêmê tundî were rakirin û çareserîya du dewletî pêk were û li Fîlîstînê şertên aborî û civakî werin baş kirin.”

Erdogan dîyar kir ku ew di civînê de li ser pirsgirêka rojhilata Derya Sipî jî sekinîne û di rojên pêş de Wezîrê Karê Der û Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Xwezayî jî wê serdana Îsraîlê bikin.

Serokomarê Îsraîlê Herzog jî got ku başkirina têkilîyên her du dewletan girîng e.

“Dema ku ez bûm serokamor dîyaloga ku we dabû destpêkirin gelek girîng bû. Ev hatina me jî di nav vê çarçoveyê de pêk hat. Em dikarin bi hewildaneke nû van pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

Herzog, jibo ku hevrejîyaneke baş bidin destpê kirin ji helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet risteyek xwend.

“Helbestvan Nazim Hîkmet di helbesta xwe ya bi navê ‘Li Ser Jîyanê’ de dibêje, ‘Pêdivî ye jîyanê wisa cidî bigirî ku di 70 salîyên xwe de dara zeytûnê biçine.’ Birêz Serokomar, em jî divê ku pirsgirêkên xwe bi cidî çareser bikin.”

Dîplomasîya Tirkîyê di hefteya pêş de wê gelek gur derbaz bibe. Erdogan li Enqerê di 10 Adarê de bi Serokomarê Azerbaycanê Haydar Alîyev, di 13ê mehê de li Stenbolê bi Serokwezîrê Yunanîstanê Kîrîakos Mîçotakîs û di 14ê mehê de jî li Enqerê bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re bicive.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00

XS
SM
MD
LG