Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ewrupa û Amerîka Pêşîya Belavbûna Korona Negirt


Li Tirkîyê hejmara mirinên jiber vîrûsa korona giheşt 649 kesan. Wezîrê Tendirustî yê Tirkîyê roja Duşemê dîyar kir ku 30,217 nexweşên koronan hene û li ser 202,845 kesan jî test hatine çêkirin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî civîna kabîneyê daxuyanîyek li ser korona da.

“Tiştên ku li Ewrupa û Amerîka diqewimin me nêzîk ve eleqeder dikin loma ew wan ji nêzve dişopînin. Nexweşîya Covid-19 ji derva hat Tirkîyê. Heke Ewrupa û Amerîka di demê de pêşîya wê bigirta, rewş dê wiha nebûya.”

Erdogan bal kişand ser maskên parastinê û got ku ewê belaş maskan bidin hemwelatîyan.

“Firotina maskeyan qedexe ye. Li marketan maskeyên bidin jî divê bê pere bin. Em wek dewlet ji bo hemû welatîyan maskêyan bê pere didin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku jibo pêşîgirtina belavbûna korona çend roj berê kempeynek jibo komkirina peran hatibû ragihandin. Erdogan li ser wê kempeynê jî sekinî û agahî da.

“Heta niha di hesabê me yê kempeynê de 1 trîlyon û 500 mîlyon lîraya Tirkî kom bûye û dîsa 43 mîlyon lîra ji mesajên SMS hatine civandin.”

ED_04_06_2020_Erdogan_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG