Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Mitsotakis li Enqerê Civîyan


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis li Enqerê, 13 Gulan,2024.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis li Enqerê, 13 Gulan,2024.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê li Enqerê piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis re got ku di navbera her du welatên de "ti kêşeyên ku neyên çareserkirin" tunene.

"Tevî lihevnekirinan, em bi vekirî hiştina rêkên xwe yên dîyalogê balê dikişînin ser rojeveke erênî," Erdogan di preskonferansa hevpar de ya bi bi Mitsotakis re got.

Serokwezîrê Yunanistanê Mitsotakis jî dîyar kir ku hevdîtinên gelek caran ya rêberan di mehên dawî de piştrast kiriye ku welatên cîran dikarin nêzîkatîyek ser têgihiştina hevpar ava bikin.

"Me îro nîşan da ku tev kêşeyên me yên îspatkirî, em dikarin rûpelek paralel ya peymanan xêz bikin," wî got.

Tirkîye û Yunanistan ku hevbendên NATO û dijminên dîrokî ne, demeke dirêj e li ser mijarên wek sînorên deryayî, çavkanîyên enerjîyê yên li rojhilata Deryaya Spî, sînorên esmanî yên ser Derya Ege û girava Qibrisê ku ji aliyê etnîkî ve parçe bûye, lihev nakin.

Piştî girjîya bi salan ku her du welat anî ber şer, Enqerê û Atînayê jibo baştirkirina têkilîyan dest bi heyameke nû kirin; bi taybet piştî ku hem Erdogan û hem jî Mitsotakis bi serketinên di hilbijartinên sala borî de desthilatdarîyên xwe nûve kirin.

Erdogan di Rêbendana borî de serdana Atînayê kiribû û her du welatan "Belgeya Atîna" îmza kiribûn,bi armanca avakirina bingehek jibo nexşerêyek ya ser jinûve destpêkirina têkilîyan.

Erdogan û Mitsotakis bi Belgeya Atîna dîyar kiribûn ku wê bazirganîya di navbera Tirkîyê û Yunanistanê zêde bikin, rêkên axaftinê vekirî bihêlin, jibo kêmkirina alozîyê wê tedbîrên avakirina pêbawerîyê bigrên û jibo çareserîya kêyên ku ew ji hev dûr xistine bixebitin.

Ji alîyê din ve di presskonferans îro nîşan da ku Erdogan û Mitsotakis ser pênasekirina koma tundrê Hamasê heman nerînê parve nakin.

Mitsotakis dîyar kir ku di navbera Tirkîye û Rojhilata Navîn de ferqa
nerînê heye.

"Em dizanin ku Tirkîye, Hamasê bi nêzîkatîyeke cuda dinirxîne. Lê, em herdu jî hevbîr in ku divê xwînrijandina li herêmê were rawestandin, " wî got.

Erdogan nêrîna xwe ya ku "Hamas tevgereke berxwedanê" dubare kir û got ku ew Hamasê wek rêxistineke terorîst nabîne.

Serokê Tirk herwiha anî ziman ku ew jiber nêrîna Yunanistanê ku dibêje Hamas rêxistineke terorîst e, gelek welatên rojavayî jî parve dikin - ku ew rêxistineke terorîst e, xemgîn e.

Erdogan hevdem eşkere kir ku ew zêdetirî hezar endamên Hamsê niha li Tirkîyê têne derman kirin.

Mitsotakis wek bersîva Erdogan got ku "Ka were em hevbîr bin ku dibe em li hev nekin".

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG