Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Divê NATO Hember Amerîka Helwesteke Zelal Nîşan Bide


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bang li NATO kir ku li ser plana damêzrandina hêzeke sînorî ya bi 30,000 kesan li Sûrîyê, helwestekê dijî Amerîka bigire.

Erdogan ji parlementerên partîya xwe re got ku divê NATO helwesta xwe zelal bike.

"Ey NATO! Divê tu hember wan kesên ku tixubên endama we eciz dike û mafên wan binpê dike, helwestekê nîşan bidî."

Erdogan roja Duşemê gefa tunekirina plana avakirina hêzeke parastina sînor li Sûrîyê kiribû ku Amerîka piştgirîya wê dike.

Wî gotibû ku dewleteke hevalbend pêgir e ku li seranser sînorên wan artêşeke terorê damêzrîne, lê erka wan ev e ku berî ew artêş ava be, ew wê hêzê bifetisînin.

Welatên Yekbûyî roja Yekşemê ragihandibû ku ewê destek bide planên damêzrandina “hêza tixubî” li Sûrîyê ku parastina herêmên bin kontrola Kurdên bi piştgirîya Amerîka bike.

XS
SM
MD
LG