Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peykera Erdogan ya li Bajarê Wiesbaden Piştî Nerazîbûnan Hat Hilandin


Dema peykera Erdoan ji qadê tê rakirin
Dema peykera Erdoan ji qadê tê rakirin

Şaredarîya bajarê Wiesbaden ya Almanya peykereke Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku li qadeke bajêr hatibû danîn, piştî derketina alozîyan hilanî.

Peykera Erdogan bi rengê zêrîn hatibû çêkirin, bilindîya wê 4 metre û giranîya wê jî 2.5 ton bû, li qada "Almanya Yekgirtî" hatibû danîn. Ew peyker şeva Sêşemê li ser Çarşemê ji alîyê tîmeke bajarvanîya Wiesbaden hat rakirin û ji cîhekî nedîyar re hat birin.

Peykera Erdogan ji alîyê hejmareke hunermendan di çarçeva festîvalek rewşenbîrî de, li jêr navê "Nûçeyên Xirab" hatibû çêkirin, bi armanca ku hilçûn û rexneyan peyda bike.

Hunermend di wê bawerîyê de bûn ku bi çêkirona peykera Erdogan, ew gihane armanca xwe jiber ku derbarê wê peykerê de gelek alozî û nerihetî peyda bûne û şîroveyên cûrbicûr yên wek "Hîtlerê Tirkîyê" hatibûn nivîsîn.

Peyker herwiha bû sedema derketina alozîyan di navbera hezkirîyên Erdogan û dijberên wî de.

Şaredarê Wiesbaden Sven Gerich de got ku jiber ku peyker bû sedema derketina nerazîbûn û dijminî, wan biryara rakirina wê da.

Herwiha, berdevkê polîsên bajêr ji Ajansa Nûçeyên ya Almanî (DPA) re got ku peyker bo sedema derketina pirsgirêkan hate hilandin.

Berpirsa şanoya Wiesbaden jî ji DPA re got ku peyker bi armanca ku her kes bi awayekî demokratîk nêrîna xwe li ser Erdogan dîyar bike, hatibû danan.

XS
SM
MD
LG