Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê çû Rûsya û bi hevtayê xwe Vladimir Putin re hevdîtin pêk anî.
Her du serok li Moskowê serdana Pêşangeha Esmangerîya Navnetewî ya MAKS 2019 kirin û Erdogan ji Putin pirsa firokên SU-57 kir.
Di van hevdîtina de hate ragihandin ku Putin li Sûrîyê pêkhatina ‘devera ewle’ girîng dîtîye û her du li ser babeta Îdlibê û tevahîya kêşeya Sûrîyê rawestîyane.
Rojnamevan Kemal Avcı serdana Erdogan balkêş dibine û mesajên ku hatin dayîn girîng dinirxîne.
“Jibo ku di vê pêşangehê de Erdogan dema balafira SU-57 bi Putin re temaşe dikirin, got ku ewê wê firokê bikirin. Ev yekser F-35’ên Amerîkî tîne bîra me. Bi nêrîna min Erdogan bi van gotinan mesaj da Amerîka.”
Avci bi berdewam dibêje ku Erdogan û Putin gelek samîmî dixuyan û ew yek jî nîşan dide ku Erdogan dixwaze peywendîyên bi Putin re xurtir bike.
“Erdogan hem ji alîyê danûstandinên leşkeri û hem jî ji alîyê aborî de dixwaze ligel Rûsya têkilîyên xwe xurt bike, lê ev jibo Tirkîyê baş e yan ne, pêşeroj dê dîyar bike.”
Avci bal dikşîne ku di mijara Sûrîyê de nakokîyên di navbera Tirkîyê û Rûsya de hîn çareser nebûne.