Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Gefa Berfirehkirina Operasyona Bakurê Sûrîyê Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku agirbesta ku bi Amerîka re hatiye kirin, îşev bi dawî dibe û ger daxwazên wan bi cîh neyên, ewê operasyonê hîn berfirehtir bikin.

"Îro roja dawî ye ku hemî terorîst ji herêmê derkevin. Ger ne, emê bi awayekî pir tund bersîvdanê bidin.”

Erdogan got ku ewê bi Serokê Rûsî Putin re operasyona wan ya li bakurê Sûrîyê gotûbêj bike.

Kremlîn jî îro ragihand ku Putin çavereyê hevdîtina bi Erdogan re ye ku hûrgilîya planên Tirkîyê bizane.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov got ku Moskow dê pêdaûna ser pêşnîyara Almanya ya avakirina herêmêke ewle ya bi parastina hêzên navnetewî li bakurê Sûrîyê bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG