Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê dibêje ku ewê got ku dawîya terorê li herêma Qendîl ya Herêma Kurdistana Îraqê bînin.
"Me dest bi operasyonên li Qendîlê kirine,” Erdogan di mîtîngeke hilbijartinê de, li bajarê Nîgde ya Tirkîyê got.
Erdogan herwiha soza berfirehkirina operasyonan li Sûrîyê jî dike ku ew mijar bûbû sedema girjîya navbera Amerîka û Tirkîyê jiber ku Washingtonê di şerê dijî DAIŞ’ê de piştgirî daye YPG’ê.
Enqere hewil dide ku destkeninên Kurdên Sûrîyê tune bike, loma jî piştî destdanîna ser Efrînê, gefa operasyonên nû li Minbicê û herêmên din yên bin kontrola YPG’ê dike.
Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî hefteya borî gotibû ku Bexda amade ye hevkarî bi Enqerê re bike ku êrîşên ji nav Îraqê yên hember Tirkîyê bigire.