Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji 15'ê Heta 19'ê Gulanê Qedexeya Derketinê Ragihand


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Yekşemê ragihand ku roja Şemîyê de qedexe derketinê were ragihandin û ewê heta êvara 19'ê Gulanê bidome.

Erdogan, piştî civîna kabîneya xwe li Enqerê got ku qedexeta rêwîtî ya navbera neh bajaran hate rakirin.

Hikûmeta Tirkîyê çar hefte berê li bajarên mezin derketina kolanan di dawîya hefeteyan de û cejinên netewî de qedexe kiribû ku pêşî li belavbûna vîrusa koronayê bigire.

Hêjayî balkişandinê ye ku tedbîrên pêşîgir li her sê bajarên herî mezin Stenbol, Enqerê û li Îzmîrê berdewam bikin.

XS
SM
MD
LG