Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Ceribandina Sîstema S-400 ya Rûsî Piştrast Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê piştrast kir ku wan sîstema S-400 ya berevanîya esmanî ya Rûsî ceribandiye.

Erdogan herwiha got ku girîngîya dijberîya Amerîkî ya ser wê mijarê tuneye.

“Test hatine kirin û niha jî didomin. Helwesta Amerîka ya ser vê miharê qet ne di xema me de ye. Ger emê sîstemên ber destê xwe neceribînin, emê çi bi wan bikin?” Erdogan ji nûçegîhanan re got.

Wî bi berdewamî got ku ewê çekên Amerîkî jî di nav de, hemî alavên xwe yên leşkerî yên sivik, nîvgiran û giran test bikin.

“Wiha dixuye ku camêrên li Amerîka aciz bûne ku ew sîstem Rûsî ye. Em bi biryar in ku ku wek her dem di rêya xwe de bimêşin.”

Wezareta Derve ya Amerîka dijî Tirkîyê nerazîbûna xwe ragihandibû ku nabe Enqere sîstema S-400 ya Rûsî bixebitîne.

Washingtonê hişyarî dabû Tirkîyê ku ger Enqere wê sîstemê aktîf bike, hîngê peywendîya ewlekarî ya bi Tirkîyê, dikare rûbirûya encamên neyênî be.

Amerîka bawer dike ku S-400 ser sîstema berevanî ya NATOyê xeterîyeke mezin çêdike.

Washingtonê, wek bersîvdana biryara Tirkîyê ya kirîna çekên Rûsî, sala borî Tirkîye ji programa hevbeş ya F-35 derxistibû û gefa toleyên li dijî wî welatî kiribû.

XS
SM
MD
LG