Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Tirkîyê Erdogan Rewşa Seferberîya Netewî Radigihîne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê li Qesra Sipî di 32emîn civîna bi muxtaran re derbarê operasyonên li ser rêxistinên PKK û DAIŞê de zanyarîyan parve kirin.

“Ez weke serokê dewletê bang li gelê xwe dikim, li gor yasaya 104’an ya Qanûna Bingehîn, li dijî PKK, DAIŞ, FETO, DHKPCê seferberîya netewî radigihînim. Kî çi endam yan xebatên van rêxistinan dît, bila gilîyê hêzên ewlekarîyê bikin. Hêzên pişt van rêxistinan dixwazin bi rêya vana Tirkîyê xira bikin.”

Erdogan êrîşên li Stenbolê bibîr anî û hin zanyarîyan parve kirin: ji 15'ê Tîrmeha 2015'an vir ve di êrîşên PKKê de 843 polîs, leşker, qoricî; 335 sîvîl, bi giştî 1178 kes hatine kuştin.

Dîsa, di êrîşên DAIŞê de 300, di hewila darbeya leşkerî de jî 248 kes hatine kuştin. Di operasyona Mertala Feratê de ku li bakurê Surîyê didome, 17 leşker hatine kuştin.

Erdogan bi berdewamî got ku di dema operasyonan de 9,500 endamên PKK hatin kuştin. 40 hezar kes hatin desteser kirin, 10,500 kes jî hatin girtin.

“Di operasyona Mertala Feratê de li bakurê Surîyê 800 endamên DAIŞê û yên PYDê hatin kuştin û di operasyonên li ser FETOyê de jî 40 hezar kes hatine girtin,” Erdogan got.

Erdogan got ku Tirkîye, wekî rojên dema Şerê Serxwebûnê, di rojên giran de derbas dibe û hêzên ku van rêxistina bikar tînin, dixwazin Tirkîyê bikin kemînê.

“Ew hêz dixwazin şertên xwe li ser me ferz bikin. Nabe ku Tirkîye di pozîyona xweparastinê de bimîne. Madem ku bi rêya rêxistinên terorê dixwazin me ji taqet bixînin, mafê me heye ku em bi her awayî bersivên herî tund bidin.”

Erdogan got bi van êrîşan 80 mîlyon gelê Tirkîyê dikin hedef û wî ji muxtaran xwest ku li taxê wan li kîjan malê de kî dimîne, kî tê û diçe divê bizanin û kesên gumanbar jî gilîyê hêzên ewlekarîyê bikin.

KHF_12_15_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG