Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye ji Biryara Serac ya Berdana Serokwezîrîya Hikûmeta Trablusê Nerazî Ye


Erdogan û Serac
Erdogan û Serac

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê ragihand ku ew bi biryara Serokwezîrê Lîbyayê Fayez el-Serac ya berdana karê xwe nerazî ne.

“Bihîstina biryareke wiha ji me re cîhê xemgînî ye. Emê di hefteyên pêş de bi wî re hîn hevdîtinan bikin. Em hêvî dikin bi wan hevdîtinan rewşa heyî rast bikin,” Erdogan li Stenbolê ji nûçegîhanan re got.

Serac roja Çarşemê ragihandibû ku ewê di dawîya meha Cormehê de dest ji kar berde. Çavderên sîyasî dibêjin ku ev biryar dikare girjî û reqbûna li Trablusê kûrtir bike, di vê deme de ku hewilêb çarerîyeke sîyasî ya ji şerê nexweyî ya Lîbayê re zede bûne.

Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye û Qatar piştgirîya hikûmeta Trablusê ya bi rêbertîya Serac dikin, lê Misir, Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û çekdarên ser bi Rûsya piştgirî didin hikûmeta Heftar.

XS
SM
MD
LG