Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku Walîyê Stenbolê Alî Yerlikayara wek bajarvanê şûngir dest bi kar kiriye.
Rêberê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Erdogan, piştî komcivîna partîya xwe pirsên rojnamevanan bersîvandin.
Erdogan da zanîn ku bi biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dê ‘’sîya li ser hilbijartinên Stenbolê rabe û ewê bo xurtkirina demokrasîya gaveke girîng be’’
Di hilbijartina 31’ê Adarê de berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û bûbû bajarvanê Stenbolê lê YSK ser daxwazên pêdaçûnên yên AKP’ê ew hilbijartin betal kiribû.
Hilbijartina nû ya Stenbolê dê di 23’yê Hezîranê de li dar keve.