Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got ku ew hazir in dest bi operasyoneke nû Ii nav Sûrîyê bikin.
"Em bi tevahî hazir in. Me li seranser herêmên ser sînorê Sûrîyê, hemî amadekarîyên pêdivî temam kirine. Ezê wê di civîna dualî de, bi Putin re gotûbêj bikin," Erdogan got.
Tirkîyê, berî jî bi navê Mertala Firatê û Şaxa Zeytûnê du operasyon li hindurê Sûrîyê kiribûn û ji Bab heta Efrînê dagir kiribûn.
Enqere ji mêjve hêzeke mezin ya leşkerî li ser tixubê Sûrîyê dihêle û gefa operasyoneke leşkerî ya dijî Kurdên Sûrîyê dike, lê Amerîka û endamên koalîsyona navnetewî bi tundî dijberîya wê yekê dikin.