Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê Tevahîya Sînorê Sûrîyê Paqij Bikin


Turkey Syria
Turkey Syria

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku hêzên Tirk wê hemî şervanên Kurd ji sînorê Sûrîyê paqij bike û ew dikarin heta tixubê Îraqê jî operasyonên xwe bidomînin.

“Operasyona Şaxa Zeytûnê heta ku bigeheje armanca xwe wê berdewam bike. Wekî ku ji me re soz hatibû dayîn, emê Minbicê jî ji terorîstan paqij bikin. Şerên me dê bidominm heta ku terorîstek li sernaser sînorê me yê heta Îraqê nemîne,” Erdogan li Enqerê got.

Operasyona Tirkîyê li herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûrîyê li dijî YPGê enîyeke nû di şerê navxweyî yê Sûrîyê vekir û peywendîyên bi Amerîka jî xirabtir kiriye.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Erdogan xwestibû ku operasyona Efrînê rawestîne û bala xwe bide şerê dijî DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG