Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundîya Zerevanên Erdogan ya Hember Rojnamevanan Rastî Rexneyên Tund Tê


Di bîragiştî ya Amerîkî de tundîya parêzvanên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya hember rojnamevan û xwepêşandêran bi firehî cîh digire û dibe armanca rexneyan.

Erdogan do Pêncşemê li Enstîtuya Brookings peyîvîbû û girseyeke mezin ya xwepêşandêran li pêş avahîyê kom bûn ku wî protesto bikin.

Rojnamevanên Dengê Amerîka ku xwenîşandan dişopand didine zanîn ku di wê demê de jimareke rojnamevanên navdar û xwepêşandêr rastî êrîşên devkî û fîzîkî yên zerevanên birêz Erdogan hatin.

Şewirmendê Serok Obama yê Ewlekarîya Netewî Ben Rhodes li ser tundîya nobedarên Erdogan daxuyanîyeke kin da.

"Welatên Yekbûyî, Tirkîyê jî nav de, bi xurtî piştgirîya azadîya ragihandinê û medya serbixwe li her welatê cîhanê dike," Rhodes got.

Rhoges got ku ew hurgilîya tundîya parêzvanên Erdogan li hember rojnamevanan nizane, lê Amerîka pir caran xema xwe li ser kiryarên Enqerê yên hember rojnamevanên li Tirkîyê bilind kiriye û bi berdewamî jî li ser wê mijarê biaxife.

XS
SM
MD
LG