Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Twîta Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb Protesto Dike


Tirkîyê gazî li dîplomatekî bilind ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî li Enqerê kir û bi fermî nerazîbûna xwe li ser twîteke wezîrê wî welatî dîyar kir.

Ajansa AFP da zanîn ku wezareta derve ya Tirkîyê daxwaz ji berpirsê karên sîyasî yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kir ku were wezaretê û nerazîbûna Enqerê ya derbarê twîta wezîrê derve bigehîne karbidestên wî welatî.

Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Şêx Abdullah bîn Zayid el-Nahyan, vê hefte twîteke ser kiryarên xirab yên Osmanîyan, ji ser hesaba xwe parve kiribû.

Twîta behskirî îdia dikir ku paşayê Tirk yê destpêka sedsala 20’an, rûniştvanên bajarê Medîna revandibûn û kuştibûn.

XS
SM
MD
LG