Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê Berhemên Elektronîk yên Amerîkî Boykot Bikin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku ewê wek bersîvdana kiryarên Amerîkî yên dijî Tirkîyê, berhemên elektronîk yên Amerîkî boykot bikin.

“Emê berhemên elektronîk yên Amerîkî boykot bikin. Ger di destê wan de IPhone hene, li alîyê din Samsung heye û li vir kompanya me Vestel heye. Ger em berhamkarîyên xwe paş bixin û diravên xwe bikin diravên bîyanî, xeterîyek heye û emê xwe radestî dest dijminan bikin.”.

Erdogan got ku Tirkîye armanca şerekî aborî ye. Wî bang li alîgirên xwe kir ku dolar û diravên din yên bîyanî bifroşin û bikin lîraya Tirkî da ku piştgirîya aborîya welêt bikin.

“Bi piştgirîya gelê me, emê bi xurtî li dijî dolara Amerîkî, enflasyon û bilindbûna faîz bisekinin. Emê bi hevgirtinê, serwerîya xwe ya aborî biparêzin,” Erdogan di civînekê de ji endamên partîya xwe re got.

XS
SM
MD
LG