Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Banga Boykotkirina Berhemên Amerîkî Dike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro got ku ewê li hember êrîşa ekonomîk, berhemên Amerîkî boykot bikin.

Erdogan şîretan li karzasan kir û got ku li hember êrîşa ekonomîk divê Tirkîye hilberandina xwe zêdetir bike û rêya xwe bidomîne.

"Ger Iphona wan hebe, li hember wê Samsung heye, Vestel heye. Bila bizanin ku em çi dikin. Dema ku me xwest firokên bi çek û bê mirov ji Amerika bikirin, gotin kongres destûr nade. Em bi saya cîranên xirab bûn xwedî mal. Niha em wan firokan çêdikin û difroşin."

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di preskonefransa bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re, li ser rewşa qeşe Andrew Brunson axifî.

Çavuşoglu got ku li ser dexwaza Qesra Sipî, Balyozê Tirkîye bi Şêwirmendê Ewlehîya Netewî ya Amerîka John Bolton re hevdîtinek pêk anîye.

"Niha li Amerîka jî tevlihevîyek heye. Hin derdor jibo çareserîyê di nav hewildanan de ne, lê berjewendîya hin alîyan ji vê tevlîhevîyê heye. Kes nizane kî çi dike. Ev rewş ne tenê jibo Tirkîye,lê bo hemî dewletan wanî ye."

Kerem kin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_08_14_2018_RTE_Boykot
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00

XS
SM
MD
LG