Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ku Amerîka û Rûsya Çareserîya Leşkerî Naxwazin, Divê Hêzên Xwe ji Sûrîyê Derxînin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê xema xwe li ser bingehên leşkerî yên Amerîkî û Rûsî li Sûrîyê radigihîne û wan du dewletan li ser sîyaseta wan ya derbarê Sûrîyê rexne dike.

Serokê Amerîka Donld Trump û Serokê Rûsya Vladimir Putin roja Şemîyê bi daxuyanîyeke hevbeş ragihandibû ku ewê bi berdewamî dijî DAIŞ’ê şer bikin, lê ew hevbîr in ku çareserîyeke leşkerî ji kêşeya Sûrî re nabe.

Erdogan li ser wê daxuyanîyê nerazîbûna xwe ragihand û got ku ger ew dewlet bawerîya rêbazên leşkerî nakin, divê ew hêzên xwe ji Sûrîyê derxînin.

”Ez zehmetî dikşînim ku van daxuyanîyan fem bikim. Ger çareserîyeke leşkerî ne pêkan e, hîngê divê kesên ku wiha dipeyîvin, hêzêm xwe ji Sûrîyê vekişînin,” Erdogan berî ku here Rûsya ji nûçegîhanan re got.

Wî bi berdewamî got ku ger çareserîyeke sîyasî tê xwestin, wê çaxê divê pêdaçûn li ser rêkên pêkanîna hilbijartinan werin kirin.”

Erdogan da zanîn ku ewê mijara hilbijartinan û babetên din yên ser Sûrîyê bi Putin re gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG