Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Dibêje Erdogan bi Biryara Parlamanê Dikare Jinûve Bibe Berbijar


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç got ku ger parlaman rê bide serokê welêt Recep Tayyîp Erdogan dikare jibo seroktîyê jinûve bibe berbijar.

Erdogan di rojên borî de gotibû ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê jibo wî hilbijartinên fînalê ne.

Tunç dîyar kir ku ger parlaman ser nûkirina hilbijartinan biryarê bide jibo Erdogan rêka berbijarîyê vedibe.

‘’Li gor xala 101’an ya qanûna bingehîn Erdogan 5 salan carê dikare du dewran were hilbijartin, lê li gor xala 116’an ger di dewra duyê de parlaman bi 360 parlamanteran biryara nûkirina hilbijartinan rê vedibe ku Erdogan jinûve bibe berbijar.’’

Wî dîyar kir ku bi Tirkîye bi rêberîya Erdogan pêşve çûye û gel jî di hilbijartinan de li hêla wî sekinîye.

Erdogan, sîyasetvanê herî serketî yê Tirkîyeya modern tê hesibandin ku ew pirtir ji 20 salan e welêt bi rêve dibe.

Ew, ku ji 2002’yan vir ve pirtir ji deh caran bi ser ketiye, herî dawî dawî di hilbijartinên seroktîyê yên Gulana 2023’an de jibo 5 salên din hat hilbijartin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG