Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Divê Rikeberî Dev ji Gotinên Neyênî Berde


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê opozîsyona welêt jiber gotinên wê rexne kir.

Erdogan got ku rikeberî bi gotinên xwe biçûk dibîne.

‘’Opozîsyon û alîgirên wê divê wan wan gotinên xwe yên berê yîn provokatîf biterikînin ku gelê me biçûk didîtin.’’

Erdogan dîyar kir ku divê rikeberî xwe rexne bike û guh bide ser dengên ji sindoqan derketine.

Erdogan got ku ewê di rojên pêş de hevkarîyên di sîstema dewletê de bidomînin.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kir ku wan dest bi xebatên xwe kirine û ewê karê xwe yê herî girîng, ku dermankirina birînên herêma erdhejê ye, bi cîh bînin.

XS
SM
MD
LG