Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RTUK'ê Cezayê Rawestandina Weşanê Da Kanala Mervan Yanardag


Sazîya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTÜK) jiber gotinên Rêvebirê Weşanê yê TELE1’ê Merdan Yanardağ, cezayê heft roj rawestandina weşanê da kanalê.

RTUK’ê biryar da ku cezayê diravî jî li TELE1ê bibire.

Li gor biryara RTUK’ê, Yanardag di bernameyekê de pesna rêberê rêxistina terorî daye, qerfên xwe bi dadgehan kiriye û civak ser nefret û dijminîyê sor kiriye.

Rojnamevan Yanardag jiber propagandaya terorê hatibû girtin.

Yanardag di axaftina xwe de behsa Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan kiribû û gotibû ku di hiqûqê de cîhê tecrîda ser wî tuneye.

Wî gotibû ku jiber ku hiqûq tenêhiştinê qebûl nake divê tecrîda ser Ocalan were rakirin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG