Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Dibêje Erdogan Amade ye bi Esad re Bicive


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov got ku Tirkîye dixwaze têkilîyên xwe bi Sûrîyê re bike normal û serok Recep Tayyîp Erdogan amade ye bi serokê Sûrî Beşar Esad re hevdîtinekê bike.

Lavrov ragihand ku Enqerê ji Moskowê alîkarî xwestîye û bi navbeynkarîya wan wezîrên berevanî yên her du alîyan civîyan û niha jî jibo civîna wezîrên derve amadekarî hene.

“Yek ji pirsgirêkên serekî yên li pêşîya normalkirina têkilîyên Tirkîye û Sûrîyê, Îdlîb e û peymana Îdlîbê hebûna terorîstan red dike loma divê ew peyman demûdest têkeve jîyanê.”

Lavrov bi bîr xist ku li gor wê peymana navbera Putin û Erdogan, divêbû Tirkîye komên çekdar yên bin kontrola wê ji El Nûsra veqetîne, cuda bike.

Wezîrê Dere yê Rûsî herwiha got ku li bakur û rojhilata Sûrîyê jî divê di navbera hikûmeta Esad û Kurdan de têkilî destpê bikin.

“Amerîka dixwaze li Sûrîyê Kurdan bi kar bîne ku li bakurê wî welatî dewletokekê ava bike ku armanca xwe bi cîh bîne û alozîyan çêkeû ew yek jî Tirkîyê aciz dike,” Lavrov got.

XS
SM
MD
LG