Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Operasyona Tirkîyê li Sûrîyê Wê Tundîyê Zêde Bike


Hêzên Tirk û yên Rûsî li nêzê Dirbesîyê, li Rojava
Hêzên Tirk û yên Rûsî li nêzê Dirbesîyê, li Rojava

Nûnerê Rûsya yê bo Sûrîyê Aleksander Lavrentyev îro Çarşemê ragihand ku Rûsya dijî operasyoneke nû ya Tirkîyê ya li Sûrîyê ye.

Lavrentyev got ku wan jî Tirkiyê xwestîye ku ji êrîşeke bejahî ya berfireh li Sûrîyê dûr bisekine jiber ku kiryarên bi vî rengî dibin sedema zêdebûna tundîyê.

Lavrentyev ev daxuyanî piştî gera nû ya danûstandinên ser siberoja Sûrîyê ligel şandeyên Tirkîyê û Îranê, li Qazaqistanê da.

"Em hêvî dikin ku gotinên me li Enqere werin bihîstin û rêyên din yên çareserkirina pirsgirêkê werin dîtin."

Lavrentyev herwiha got ku Amerîka li bakurê rojhilata Sûrîyê rêbazeke wêranker dişopîne.

Wî herwiha got ku jibo aramkirina rewşa herêmê çareserîya pirsgirêka Kurd xaleke pir girîng e.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê di demeke nêz de li Sûrîyê dest bi operesyoneke nû ya leşkerî bikin.

XS
SM
MD
LG