Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Êrîşên Ser Odesa û Mykolaiv Didomîne


Piştî êrîşan bajarê Mykolaiv
Piştî êrîşan bajarê Mykolaiv

Rêvebirên xwecîhî yên Ukraynî îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya êrîşên ser bajarên bendera Ukrayna Odesa û Mykolaiv di şeva seyan de bênavber domandîye.

"Rûsan di êrîşên do şev de navenda bajêr kirine armanc û di encamê de herî kêm 20 kes birîndar bûne ku ji wan 5 zarok in," Walîyê Mykolaiv Vitalîy Kim got.

Şaredarê Mykolaiv Oleksandr Senkevych wêneyên ji êrîşên do şev belav kir u dazanin ku herî kêm pênc avahîyên bilind yên sivîlan û dora 15 garaj zîyan dîtine.

Lê, Rêvebirên Mykolaiv di derbarê êrîşan de pirtir hûrgulî eşkere nekirin.

Hêzên esmanî yên Kîevê jî îro ragihand ku artêşa Ukraynayê 5 muşekên Kruose û 13 dronên êrîşkar yên ku hêzên Rûsî do şev li herêmên Mykolaiv û Odesa xistine xwarê.

Daxuyanîyê got ku Rûsyayê di êrîşên do şev de bi giştî 19 muşek û 19 dron avêtine, lê dîyar nekir ku ew li ku derê ketine.

XS
SM
MD
LG