Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moscow Ser Rîska Şerê Cîhanê yê Sisêyan Hişyarî Dide Wshingtonê


Rûsya îro Sêşemê got ku dewletên Rojavayî bi rêdana êrîşên muşekî yên Ukranî yên li nava Rûsyayê bi êgir dilîzin.

Moskow herwiha hişyarî da Washingtonê ku Şerê Cîhanê yê Sisêyan wê bi parzemêna Ewrupa re sînordar nemîne.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov, ku pirtir ji 20 sal in wezîrtîya Serkê Rûsî Vladimir Putin dike, got ku welatên Rojavayî dixwazin şerê li Ukraynayê gurtir bikin.

Lavrov got ku dewletên Rojavayî bi nirxandina daxwaza Ukraynîyan ya sistkirina sînordarkirinên ser xebitandina çekên ku wan dane Kîeve, li pirsgirêkan digerin.

Lavrov bi berdewamî got ku Rûsya rêbaza xwe ya çekên navojî ji pêş çavan derbaz dike.

Rêbaza çekên navokî ya Rûsya ya sala 2020an eşkere dike ku ger Rûsya bibe armanca êrîşeke navokî yan çekên din yên kuştinkarîya girseyî û çekên konvensîyonel û hebûna dewleta Rûsî bikeve bin xeterîyê, serok wê kengî û çawa hizira bikaranîna çekên navokî bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Ukrayna di 6ê Tebaxê de êrîş biribû ser herêma Kursk ya rojavayê Rûsyayê û beşeke wê herêmê xistibû bin kontrola xwe.

Putin gotibû ku ewê hember her êrîşeke dijî Rûsyayê bersîvdaneke gelek xurt bidin.

Putin ji dema destpêkirina dagirkirina Ukrayna ya sala 2022an vir ve pir caran hember şerekî mezintir hişyarî dabû ku dikare biqilupe şerekî navokî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG