Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Afganî bo Danûdstandinên Aşitîyê Serdana Moskowê Dike


Cîgirê wezîrê derve yê Afganistanê, Hikmet Xelîl Karzaî
Cîgirê wezîrê derve yê Afganistanê, Hikmet Xelîl Karzaî

Reuters ji zarê ajansa Interfax ya Rûsî ragihand ku cîgirê wezîrê derve yê Afganistanê, Hikmet Xelîl Karzaî roja Pêncşemê serdana Moskowî dike.

Ajansê da zanîn ku Karzaî diçe wî welatî ku dema gera nû ya danûstandinên aşitî li Afganistanê gotûbêj bike.

Hikûmeta Rûsî 12 dewletan û Talîbanê jibo konferanseke taybet ya ser Afganistanê vexwendibûn Moskowê ku divêbû di 4ê Îlonê de bihata darxistin.

Lê, ew konferans li ser daxwaza Serokê Afganistanê Eşref Ganî bo demeke paştir hatibû paşxistin.

XS
SM
MD
LG