Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Planên Rûsya û Tirkiyê li Gûta û Efrînê


Ehmed Hesen û Edhem Başo

Wezareta Berevaniya Rûsî dibêje serhildêrên Sûrî jî dikarin ligel malbatên xwe korîdora Gûta Rojhilat bikar bînin û ji navçeyê derkevin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje ku Tirkiyê plan dike kampan li neh xalan li bakurê Sûriyê ava bike jibo vehewandina bêşûnûwarbûyên herêma Efrînê.

Rûsya û Tirkiye, ku bi xwe li Sûriyê aliyên şer in, ta kîjan astê dikarin baweriya xelkê sivîl wergirin?

Gelo ev plan ji aliyê van her du welatan in ku sivîlan û hêzên çekdar ji hev dûr xin da ku şerê wan hêsantir be?

Hêzên serhildêr li Gûta û hêzên Kurdî li Efrînê çiqas sivîlan bikar tînin jibo redkirina êrîşên van her du welatan?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van babetan:

Edhem Başo, endamê serkirdayetiya Partiya Azadiya Kurdistanê li Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne û rojnamevan Ehmed Hesen ku li Almanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

please wait

No media source currently available

0:00 0:27:46 0:00

XS
SM
MD
LG