Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Danûstandina Stenbolê ya 2022 Dikare Bibe Bingeha Peymana ligel Ukrayna

Kremlînê roja Înê dîyar kir ku Rûsya û Amerîka pêşnivîsa peymana ku her du welatan di hefteyên destpêkê yên şer de gotûbêj kiribûn, jibo peymena aştiyê ya Ukrayna wek bingehek pêkan dibînin.

Belgeyên wê pêşnivîsa peymanê ji alîyê şandeyên Amerîkî û Rûsî ve di dawîya Adara 2022’an de li Stenbolê hatibûn nîqaş kirin.

Li gor wê pêşnivîsê, Ukrayna divê dev ji armanca endambûna NATO’yê berde û statuya bêalî û bêçekbnûna navokî ya daîmî qebûl bike, li beramberî garantîyên ewlehîyê yên Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa - 5 endamên daîmî yên Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî(NY)

Lê di danûstandinên di Adara 2022’an li Stenbolê de, her du alîyan ser daxwazên Rûsyayê li hev nekirin, ku di nav de di dema êrîşekê de dijî Ukrayna jibo alîkarîya ji dewletên garantor dayîna mafê vetoyê ji Rûsya jî hebû.

Nûnerê Amerîka yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff meha borî ji CNN re gotibû, wê demê di çarçoveya tiştek ku wek peymana protokola Stenbolê tê bi nav kirin de, gotûbêjên pir guncav û girîng hatine kirin.

"Em pir nêzî îmzakirina tiştekî bûn, û bi ditîna min emê wê çarçovê wekî rêbernameyekê bi kar bînin da ku peymanek aştiyê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi dest bixin," wî got.

Berdevikê Kremlînê Dmtriy Peskov roja Înê li ser pirsa helwesta Rûsya ya li ser pêşnivîsa Stenbolê ji rojnamevanan re wiha got:

"Li Washîngtonê jî me daxuyanîyên ku jibo destpêka danûstandinan ev yek dikare bingehek bihîst. Helbet Serok (Vladimir) Putin jî got ku Peymanên Stenbolê,dibe wek xala destpêkê ya danûstandinan were kar anîn."

Lê, serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di Berfanbarê de nêzîkatîya Stenbolê red kir û wek ultîmatomek ku radestbûna welatê wî pêwîst dike,pênase kir.

Berdevikê wezareta derve ya Ukrayna Heorhii Tykhyi hefteya borî gotibû ku Kîevê ti pêşniyarek ji Amerîka wernegirtiye ku belgeyên Stenbolê wek bingehek jibo danûstandinên aştiyê bikar bîne.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG