Wezîrê Derve ya Amerîka Marco Rubio îro Şemîyê careke din tekezî li ser girîngîya rola Tom Barrack, Balyozê Amerîka li Tirkîyê û nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê bo Sûrîyê kir.
Rubio li ser platforma X'ê got: “Balyoz Tom Barrack ji karbidestên herî navdar ên Amerîkayê bûye û dimîne ku di dosyaya Sûrîyê de mijûl bûye, û herwiha kesayetîyeke pêbawer û girîng e derbarê Îraqê."
Wezîrê Derve ya Amerîka diyar kir ku Barrack dê berdewam bibe di rola xwe yê girîng de, ne tenê wekî balyozê Amerîkayê li Tirkîyê, lê herwiha di çarçoveya xurtkirina hevkarîya stratejîk de ya ku Serok pêşve dibe ligel hikûmeta Sûrîyê, û destpêkirina karê bi hikûmeta nû ya Îraqê re.
Rubio herwiha got: "Tom Barrack endamê girîng ê tîmê serok e, û ew xwedîyê bawerîya mine, û bi piştgirîya tevahî ya Wezareta Derve ya Amerîka dixebite. Gelê Amerîka jî ji ber berdewamkirina wî di rêberîya vî karî de sûd wergirt."
Hêjayî gotinê ye Rubio roja Înê bi şev li ser platforma X'ê ragihandibû ku dema nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê bo Sûrîyê Tom Barrack bi dawî bû.