Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Sersaxîyê li Malbatên Pêşmergeyên Qurbanîyên Êrîşa Îranê Dike

Wezareta derve ya Amerîkayê îro Pêncşemê ragihand ku wezîrê derve Marco Rubio roja Çarşemê telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir da ku li ser pêşketinên ewlehî û siyasî yên dawî yên li Îraq û Herêmê nîqaş bike û sersaxî ji malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşên Îranê de hatine kuştin re xwest.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyanîyekê de got ku Marco Rubio ji malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşa mûşekî ya Îranê ya 24ê Adarê de hatine kuştin re sersaxî û ji birîndaran re başbûneke bilez xwest.

Di daxuyanîyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê êrîşên berdewam ên Îran û milîsên Îraqî yên ku ji hêla Îranê ve têne piştgirîkirin li dijî welatiyên Amerîkî û binesazîya enerjîyê li Îraqê bi tundî şermezar kirin. Wî tekez kir ku êrîşên berdewam gefeke cidî ne li ser aramîya Îraqê û ewlehîya herêmî.

Rubio her wiha rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hêsankirina hinradekirina petrola Îraqê de - tevî petrola ku li Herêma Kurdistanê tê berhemhênan ber bi bazarên cîhanî ve – bi erênî nirxand.

Wezareta Derve got ku Washington vê hevkarîyê ji bo ewlehîya enerjîya navneteweyî û aramîya aborî ya li Îraqê girîng dibîne.

Ev têkilî di demekê de tê ku piştî êrîşên dawî yên mûşekî û çalakîyên ajanên Tehranê li Îraqê, alozîyên di navbera Îran û Amerîkayê de zêde bûne.

Di heman çarçoveyê de, Washingtonê tekez kir ku pêwîst e ji bo çareserkirina gefên ewlehîyê yên hevpar bi Hewlêrê û Bexdayê re hevkarîyeke nêzîk were kirin.

XS
SM
MD
LG