Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio ligel G7 Ewlehîya Cîhanê Gotûbêj Dike

Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio
Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio

Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Şemîyê êvarê li Munichê bi wezîrên derve yên G7 re civîya.

Wezareta derve di daxuyanîyekê de got, "Rêberan li ser mijarên girîng ên wekî pevçûnên berdewam ên ku aştî û aramîya li Afrîka, Ewropa û Rojhilata Navîn dixin bin gefê, gotûbêj kirin." Her wiha wan li ser "dijwarîyên li ser ewlehîya herêmî li Hindo-Pasîfîk û Nîvzemîna Rojava" jî nîqaş kirin.

Di civînê de, ku li kêleka Konferansa Ewlehîyê ya Munichê pêk hat, wezîr Rubio "pabendbûna Amerîkayê ya ji bo pêşxistina aramîya li Venezuelayê û danûstandinên ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê ji nû ve piştrast kir.

Rubio û hevtayên wî yên G7 girîngîya xurtkirina hevkarîya komê ji bo "rûbirûbûna gefên gerdûnî yên li ser aştî û ewlehîya navneteweyî" ji nû ve destnîşan kirin.

G7 ji Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Japon û Brîtanya pêk tê.

XS
SM
MD
LG