Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio û Netanyahu Alozîyên Îran û Herêmê Gotûbêj Dikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco û RubioSerokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco û RubioSerokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Karbidestekî Amerîkî ji ajansa Reutersê re gotiye ku wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Şemiyê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi telefonê axivîye, bêyî ku ti hûrguliyên din bide.

Reuters dibêje, her çend karbidestê Amerîkî behsa mijarên ku di telefonê de hatine gotûbêjkirin nekir jî, lê Axios berê ragihandibû ku herdu berpirs li ser mijaên weke Gazayê, Sûriyê û xwepêşandanên Îranê axivîn.

New York Timesê jî di raprteke xwe de ku pişt dide sê çavkaniyên nenavkirî dibêje, Netanyahu û Rubio her wiha li ser xwepêşandanên berfireh ên dijî hikûmeta li Îranê, rewşa li Sûrîyê û hewldanên ji bo gihîştina rêkeftineke aştîyê li Gazayê roja Şemîyê sibê axivîn.

Çavkanîyên Îsraîlî ji alîyê xwe ve got ku Netanyahu û Rubio di axaftineke telefonî de li ser îhtîmala destwerdana Amerîkayê li Îranê jî axivîne.

Di vê navberê de, Rêveberê giştî yê Axios Barak Ravid di raporekê de got ku gotûbêja her du berpirsan weke têkiliyeke rûtînî a di navbera rayedarên her du welatan de bû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê got ku rejîma Îranê bi zexteke zêde re rû bi rû ye ji ber ku bêaramiya li seranserê welêt zêde dibe.

Trump her wiha hişyarî da ku Amerîka dê bi biryar bersivê bide ger rejîm serî li tundûtûjiyeke berfireh li dij xwepêşandanan bide.

XS
SM
MD
LG