Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio û Orban li Budapestê Peymana Enerjîya Navokî Îmze Dikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio û Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban
Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio û Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban

Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio û serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban di 16ê Sibatê de li Budapestê civîyan û peymanek li ser hevkarîya bernameya navokî ya sivîl a Macaristanê îmze kir.

Peyman ji alîyê her du hikûmetan ve wekî gava nû di “dema zêrîn” a têkilîyên du welatan de hate pênasekirin.

Peyman îro di preskonferanseke dualî de hate ragihandin.

Li gorî malpera Wezareta Derve ya Amerîka, Rubio got "têkilîyên Washington û Budapestê di asta herî bilind de ne," û bal kişand ser girîngiya têkiliyên kesane yên di navbera Serok Donald Trump û Orban de.

Wî her wiha diyar kir ku Amerîka dixwaze şerê Rûsya–Ûkraynayê bi rêya danûstandinan bi dawî bike û ew yekê wekî armanca sereke ya siyaseta derve ya Washingtonê nîşan da.

Orban ji alîyê xwe ve piştgirî da hewlên Amerîkayê ji bo aştîyê û got "Macaristan amade ye ku, heke civînek aştîyê were lidarxistin, ew li Budapestê were pêkanîn."

Wî her wiha ragihand ku peymanên enerjîyê, di nav wan de gaz, petrol û enerjîya navokî, ewlehîya enerjîyê ya welatê wî xurt dikin.

Di beşa pirs û bersivan de, Rubio diyar kir ku Amerîka li gorî berjewendîyên xwe yên neteweyî tevdigere û her welatek jî wisa dike.

Wî li ser Îranê got ku Washington hêvîdar e ku rêya diplomatik bê ceribandin, herçiqas ku danûstandin “zehmet” bin jî.

Orban jî li dor têkilîyên Macaristanê bi Çînê re got ku welatê wî wek endamê NATOyê di warê ewlehîyê de tenê bi welatên endam re hevkariyê dike, lê di warê bazirganî û aborî de amade ye bi gelek alîyan re bixebite.

Ji hejî bîrxistinê ye ku piştî civînên li Munich a Almanîya û konferansa Ewlehîyê (msc) a salane, wezîrê derve yê Amerîka Marco Rubio bi gelek berpirsên welatan û hevpîşeyên xwe yên Ewrupî û navnetewî re civîn pêkanîn, ji wir serdana hin welatên ewrupa kir, di nav de Slovakiya û Macaraistan.

XS
SM
MD
LG