Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Plana Serok Trump ya jibo Gaza Bêhempa Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio berevanîya plana Serok Donald Trump ya jibo Gaza kir.

Rubio li Guatemala City di preskonferansekê de got ku plana Trump ya jibo jinûve avakirina Gaza bêhempa ye.

Trump di plana ser Gaza de dîyar dike ku "ew herêm bûye dojeh û kesên ji wir êdî naxwazin vegerin wir û divê ew herin warên din."

Rubio dîyar kir ku dema Gaza jinûve were ava kirin divê kesên ji wir herin li hin warên din bijîn.

Wî got ku ew plan ne planeke dijminane ye û dîyar kir ku divê ew ser hûrgilîyan bixebitin.

Filîstînî û dewletên Ereb û karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêjin Gazayî divî li Gaza bimînin û nabe ew bi darê zorê ji warên xwe werin derxistin.

Îsraîl dîyar dike ku ew ser Gaza jibo derketina bi dildarî planekê hazir dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG