Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Rubio Êrîşa Ser Hewlêrê Daxuyanî Weşand


Cîgirê Serokê Komîteya Îstixbarata Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka Marco Rubio
Cîgirê Serokê Komîteya Îstixbarata Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka Marco Rubio

Cîgirê Serokê Komîteya Îstixbarata Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka Marco Rubio îro Sêşemê di derbarê êrîşa Hewlêrê daxuyanîyek ragihand.

Rubio dîyar kir ku êrîşa li ser Hewlêrê hemberî gelên Îraqê û dijî Amerîka kiryarek bêsedem û dijminane bû.

“ Îran nikare xwe li pişt hêzên wekalet yên li Îraqê veşêre, û divê cîhan zelal bike ku lêçûna zarara karmendên Amerîka û hevalbendên me bilind e: cezakirina navneteweyî û tolhildana lezgîn,“ Rubio got.

Rubio bi berdewamî got ku piştgirîya ku Îran dide wan komana wan hîşyar dike ku divê bawerî bi Xameneyî nebe.

"Ew êrîş herwiha nîşan dide ku çima pêdivî ye Îran ti carî nebe xwedîyê çekên navokî."

XS
SM
MD
LG