Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûhanî Bo Vegera Peymana 2015'ê Bang li Amerîka Dike


Serokê Îranê Hasan Rûhanî
Serokê Îranê Hasan Rûhanî

Serokê Îranê daxwazê ji serokê hilbijartî yê Amerîka yê çaverêkirî Joe Biden dike ku "Ziyanên çewtiyên dema borî pir bike".

Hasan Rûhanî ji Biden daxwaz dike ku Amerîka vegerîne peymana navokî ya hêzên mezin yên cîhanî ya sala 2015ê hatî îmza kirin.

Ev daxuyaniya Rûhanî weke mezintriîn daxuyaniya fermî ya karbidestekê Îranê tê naskirin, piştî serkeftina Biden weke serokê hilibjartî yê Amerîka û Kamala Harris cîgira serokê Amerîka di hilbijartinên serokatiya Amerîka da htîn ragihandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê dibêje "niha delîve li hember rêveberiya nû ya Amerîka vekirîye ku ziyanên çewtiyên xwe yên berê pir bike û vegere rêkeftina navnetewî û ser rêç û rêbazên navnetewî jî."

Di dema desthilata serok Trump da aloziyên bi îranê re zêdebûn, îsla jî giha astek bilind, yek ji wan rêkên serok Trump li hember Îranê derketina ji peymana bernemya navokî ya Îranê ya ku sala 2015ê hatî îmza kirin, Trump sala 2018ê bi yekalî xwe ji wê peymanê vekişandbû.

Di heman demê da, Amerîka sizayên aborî yên giran danîne ser Komara Îslamî ya Îranê, aboriya Îranê ji sedema wan sizayan û belavbûna vîrusa koronayê tam lawaz bûye.

Rêveberiya serok Trump, Îran weke mezintirîn welatê piştevan ji bo terorîzmê bi nav kirîye, û dibêje aramanca wan ji derketina peymana navokî ya bi Îranê re, guhertina reftarên Îranê ye.

Her îro Yekşemê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Jawad Zarîf, di posteke xwe yê mediya civakî de di hesaba xwe ya twîterê da nivîsandiye"Çavê cîhanê li ser wê yekêye kanê rêveberiya Joe Biden dê ji rêbaza Trump ya li hember Îranê derkeve yan na? "

Herî dawî rêberê olî yê Îranê Alî xameneyî rexne li hilbijatinên Amerîka girtbûn, wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo bi rêya twîtekê bersiva Xameneyî dabû û gotbû hilbijartinên îranê ji henekekê zêdetir tiştek din tuneye.

XS
SM
MD
LG