Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Êrîşên Tirkîyê yên Ser Efrînê Rexne Dike


Xanîyekî wêranbûyî
Xanîyekî wêranbûyî

Serokê Îranê Hasan Ruhanî dibêje ku êrîşên niha yên Tikîyê ser herêma Efrînê xizmeta berjewendîyên ti welatan li herêmê nake.

Malpera seroktîya Îranê îro Sêşemê hin gotinên Ruhanî weşandin. Ruhanî di axaftina telefonî ya ligel hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin got ku alozîyên li Bakurê Sûrîyê ne di berjewendîya ti kesan de ye.

“Em hêvî dikin ku hemû welatên li herêmê rêzê li tenahî û serwerîya Sûrîyê bigirin. Em pêşwazî li geşteke nû ya gotûbêjên di navbera serokên Îran, Rûsya û Tirkîyê dikin.”

Ruhanî bi berdewam got ku divê hevkarîya Îran, Rûsya û Tirkîyê bidome. “Divê hevkarî, heta serkeftina dawîyê bi ser terorîstan de li Sûrîyê berdewam be û pêş bikeve."

Îran piştevana serekî ya serokê Sûrîyê Beşar Esad e û leşkerên wê li Sûrîyê hene, lê Tehran dibêje ku leşkerên wê yên li Sûrîyê tenê jibo şêwirmendîyê ne.

XS
SM
MD
LG