Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Sedemên Xwepêşandanên Nerazî li Iranê Ne Tenê Abûrî Ne


Hesen Ruhanî, Serokê Îranê

Serokê Îranê Hesen Ruhanî roja Duşemê da xûyakirin ku, sedema xwepêşandanên Îran hijandî ne tenê abûrîne, belke ji bingeh de, armanca xwepêşandanan dijî Mihafizkarên kevenşopîne yên ku, astengin li hember planên sereke yên azadiya takekesî di nava welat de û li dijî asoyên vekirî yên bi cîhana derve re ne.

Ruhanî yê ku, li hember mihafizkarên dijî cihana Rojava, di hilbijartinên sala par de serkeftin bidest xist bû, di daxûyaniyên xwe de daxwaza hilandina astengiyan kir yên li hember mediya civakî ku, nahêlin xwepêşanderên dijî hikûmetê dengê xwe bigehînin, yên kumezintirîn gefin liser desthilata tûndrê ji sala 2009an vir de.

Ajansa "Tasnim" ya Nûçeyan li gûr Ruhanî gotiye "dê sextekarî û şeqamek be bo Gelê Îranê û bûyeran yên ku dibêjin daxwazên wan tenê abûrî ne".

Ruhanî herwiha gotiye"Gel, daxwazên abûrî, siyasî û civakî hene". Artêşa Îranê, Zêrevanên Şorişa Îranê doh got bû, wan alozî û xwepêşandanên ku hefteyekê hatbûn berdewamkirin û ji aliyê dojminên derve hatbûn bêdeng kirine.

Li aliyê din roja Duşemê wezîrê derve yê Îranê Mohamed Cewad Zerîf di kongreke ewlekariyê de li Tehran derbarê alozî û ne aramiya vê dawiyê hişyarî da welatên cîran û got "ti welatek nikare rewşeke aram û seqamgîr peyda bike, eger hewil bide aloziyan li welatekî cîran peyda bike".

XS
SM
MD
LG