Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Rûhanî di Hilbijartinên Îranê de Serkeft


Iran Election
Iran Election

Gelê Îranê di hilbijartinên giştî yên serokatîyê, şaeredarî û gûndan encam dan, di van hilbijartinan de, bo cara duyan Hesen Rûhanî weke serokê Îranê hat hilbijartin, Rûnaî li hember kandîdên mihafizkar yên oldar serkeftin bidestve anî û bo serokê Îranê.

Wezîrê navxwe yê Îranê Abdul Rîza Rehmanî derbarê encamên hilbijartinan daxûyaniyek da û da zanîn ku, Rûhanî bi rêjeya 57% dengên giştî serkeftin bidest ve anîye.

Rehmanî di Televîzyona fermî ya dewletê de ragihand û got" ji 41.2 Mîliyon dengan Rûhanî 23.5 Mîliyon deng bidest xistine, bi vî awayî, di hilbijartinan de dengên herî zêde qezenc kirine", Rehmanî di heman demê de pîrozbahî li Hesen Rûhanî kir.

Serkeftina Rûhanî dê hêzê bide tevgera rêfûrimxwazan li Îranê, herçende desthilata serokî li Îranê li gûr baladestiya serokê rohî û herî beriz Ayatullah Alî Xameneyî ne ewqas zêdene, lê dîsan serkeftina Rûhanî nîşana bihêzkirina heza welatiyên Îranê ya guherîn û rêfûrman e.

Serkeftina Rûhanî dê peymana Atomî ya bi hêzên navnetewî re li sala 2015an biparêze, ya ku bo sedema rakirina gelek ambargoyên Abûrî liser Îranê.

XS
SM
MD
LG