Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Ger Ne Berevanîya Amerîka Bûya Erebîstana Saudî Nikaribû Xaşiqcî Bikuşta


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ji ajansa fermî ya wî welatî re dîyar kir ku ‘’ger ne berevanîya Amerîka bûya, Erebîstana Saudî nikaribû Cemal Xaşiqcî bikuşta.’’

‘’Di vê demê de, di vê sedsala em têde ne de, nedihat xeyala kesî ku emê şahidê kuştineke wisa kirêt û organîze bibin û bo wê destûr were dayîn. Ez bawer nakim ku ti welat bê ku berevanîya Amerîka hebe biwêre tawaneke wisa bike’’ Ruhanî got.

Ruhanî dîyar kir ku ‘’Erebîstana Saudî bi berevanîya Amerîka, Yemenê bombebaran dike.’’

Wî bang li Tirkîyê kir ku ser kuştina Xaşiqcî vekolîneke serbixwe bimeşîne.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di konsulxaneyê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG