Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Ger Amerîka Toleyan Rawestîne Em Dikarin Dest bi Danûstandinan Bikin


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku ger Amerîka toleyên dijî wan bi dawî bike ewê bo dîyalogê hazir bin.

Di malpera fermî ya Ruhanî de "Gava we tole rawestand û em biçûk nedîtin emê bo danûstandinan hazir bin" hat nivîsîn.

Piştî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re ya sala 2015'an vekişîya girjîya û dijî Tehranê tole ragihandin, girjîya li herêmê jinûve gur bû.

Rêberên Brîtanya, Fransa û Almanya banga pûçkirina girjîya li herêmê dikin.

Ji alîyê din ve, Amerîka bo Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe vîza da wî.

XS
SM
MD
LG