Ajansa Reuters ragihand ku Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî îro Çarşemê ji rêberên Tirkîye û Rûsya re gotîye ku Efrîn divê radestî Artêşa Sûrîyê bibe.
Artêşa Tirkîyê û serhildayên Sûrî kontrola Efrînê meha borî bi dest xwe xistibûn.
‘’Bûyerên li Efrînê, gava ku zararê nedin yekbûna axa Sûrîyê kêrhatî ne û kontrola wan herêma divê di destê Artêşa Sûrîyê de be’’ Ruhanî got.
Ruhanî, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li Enqere ya paytaxta Tirkîyê di hilcivînekê de kom bûn û ser yekbûna axa Sûrîyê peyam dan.
Her sê rêber, berî hilcivîna Enqerê di Mijdara 2017’an de li Soçî ya Rûsya kom bûbûn.