Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarên Îranê Dijî Ruhanî Protesto li Dar Dikevin


Protestoya Meşedê
Protestoya Meşedê

Li hin bajarên Îranê "bihabûna jîyanê" hat protesto kirin.

Li Meşedê, ku yek ji mezintirîn bajarê Îranê ye, polîs hin xwepêşandaner desteser kirin.

Di vîdeoyên ku li ser sosyal medya belav bûne de tê dîtin ku sloganên wek "mirin bo Ruhanî", "mirin bo dîktator" tê gotin.

Di protestoyan de bi slogana "dev ji Sûrîyê berde, li me binêre" piştgirîya Îranê ya bo rêvebirîya Esad hat rexne kirin.

ISNA, ajansa nîvfermî ya Îranê, ji zarê Walîyê Meşhedê Rahîm Norouzîan ragihand ku hin xwepêşandaner jiber zarardayîna alavên dewletê hatine desteser kirin.

Tam nayê zanîn ku çiqas kes beşdarî protestoyan bûn lê li gor hesabên sosyal meya, bi kêmî ve li sê bajarên din xwepêşandan hatin li dar xistin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî, di sala 2015'an de ser bernameya navokî ya wî welatî bi rojava re peyman îmza kiribû û gelek toleyên navneteweyî rakirin dabû.

Bandora peymanê hîn li ser aborîya Îranê xuya nekiriye. Di qonaxa dawî de bihayê pêdivîyên sereke yên wek hêkan 30-40 ji sedî zêde bûye.

Li gor Navenda Îstatîstîkên Îranê, bêkarbûn îsal li gor par 1,4 ji sedî zêde bû û rabû 12,4 ji sedî.

Li Îranê 80,000,000 kes dijîn û 3,200,000 kes bêkar in.

XS
SM
MD
LG