Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi Îxanetê Tawanbar Dike


Hasan Ruhanî

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî ji kanala fermî ya welêt dîyar kir ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi lihevhatina bi Îsraîlê re ‘’şaşîyeke mezin’’ kiriye.

Ruhanî da zanîn ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi helwesta xwe ‘’ketiye îxanetê’’

‘’Ger Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî baldar be ewê baş be. Şaşîyeke mezin kirin, ew helwesteke îxanetê ye. Em hêvî dikin ku vê yekê ferq bikin û ji vê şaşîyê vegerin.’’ Ruhanî got.

Wî îdia kir ku Serokê Amerîka Donald Trump bo planên xwe yên hilbijartinê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl li hev anîne.

Serokomarê Îranê ji karbidestên Mîrgehên Yekbûyî yên Îranê re got ku ‘’Bo ew camêrê li Washingtonê dengan bistîne, hûn li welatê xwe, li gelê xwe, li Misilmanan û li hemî Ereban îxanetê dikin’’

Ruhanî dîyar kir ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî dixwaze xwe nêzî ‘’dijminên Îranê’’ bike û berevanîya xwe xurt bike û da zanîn ku welatê wî ji mêj ve li herêma Kendavê, berevanîya cîranên xwe dike.

XS
SM
MD
LG