Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Îran dê Çêkirina Muşekan Bidomîne


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî
Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî di axaftina xwe ya li kanala dewletê de dîyar kir ku jibo berevanîya welatê xwe ewê çêkirina muşekan bidomînin û ew bi vî awayî peymanên navneteweyî binpê nakin.

Ruhanî, piştî Civata Nûneran ser toleyên nû yên dijî bernameya muşekên balîstîk yên Îranê deng da, axifî.

‘’Me muşek çêkirin, em çêdikirin û emê çêkin û em peymanên navneteweyî binpê nakin. Çekên ku pêwîstîya me pê heye em dê çêkin û em dê wan bo berevanîya xwe bikar bînin’’ Ruhanî got.

Amerîka dîyar dike ku ceribandina muşekan biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike û jiber vê dijî Îranî toleyên yekalî radigihîne.

Îran jî dide zanîn ku ti plana wê bo çêkirina muşekên navokî tune.

Ruhanî di axaftina xwe de, Serokê Amerîka Donald Trump jî jibo nepejirandina peymana navokî ya 2015’an rexne kir.

Serokomarê Îranê got ku ‘’Hûn danûstandinên berê û peymanên ku ji alîyê Civata Ewlekarî ya NY hatine erê kirin pûç dikin û li bendê ne ku ewên din bi were danûstandinan bikin?’’

XS
SM
MD
LG