Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî: Me bo Pêşvebirina Muşekan ji Kesî Destûr Nexwest û Emê Nexwazin


Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku ew dê xurtkirina hêzên leşkerî û pêşxistina muşekên balîstîk bidomînin.

Ruhanî ew gotin di merasîmên salvegera 40’î ya Şoreşa Îslamî de, ku li Qada Azadî ya Tehranê li dar dikevin, kir.

‘’Bu pêşvebirina muşekên cihêreng me ji kesî destûr nexwest û emê nexwazin jî. Di warê leşkerî de jî em dê li ser rêka xwe bimeşin’’ Ruhanî got.

Ew di axaftina ser vekişîna Amerîka ya ji peymana navokî jî sekinî û da zanîn ku ewê li hember toleyên Washingtonê bi ser kevin.

Serokomarê Îranê dîyar kir ku ew dê jiber toleyan bi kêşeyan re rû bi rû bimînin, lê bi hevkarîya gelê xwe ew dê bandora ambargoyê têk bibin.

XS
SM
MD
LG